Li Nîjerya qazaya trafîkê:12 kes mirin

Li Nîjeryayê di encama qezaya trafîkê de,12 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê Polîsan a eyaleta Îmoyê Henry Okoye ragihand ku li ser rêya Owerri-Onitshayê ya eyaletê ya girêdayî Nîjeriyayê otobuseke rêwiyan li tankerekê qelibiye.

Di encama vê qezayê de,12 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Her wiha Henry Okoye da zanîn ku ji ber rewşa hinek birîndaran giran e, dibe ku hejmarê qurbaniyan zêde bibe.

Li Nîjeriya beriya 2 mehan jî, bûyerek heman rengî çêbibû, di encamê de, 21 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye