Karesata Lehiyê Li Grand Canyon a Amerîkayê: Mirî û winda hene, meteorolojiyê hişyarî da

Lehiyên li herêma geştiyarî ya Grand Canyon li parêzgeha Arizonayê, bûn sedema karesatê; Heya niha termên 2 kesan hatine dîtin û tîmên rizgarkirinê di bin metirsiya baranên nû de li pey 15 kesên winda digerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Baranên gur ên ku di dawiya hefteyê de dest pê kirin, deverên Bright Angel Canyon û Phantom Ranch ên li Parka Neteweyî ya Grand Canyon rûbirûyê lehiyên ji nişka ve kirin. Rêveberiya Parkê ragihand ku lehiyê ziyaneke mezin gihandiye binesaziya herêmê û xeta yekane ya lûleya avê ya ku xizmeta herêmê dikir teqiyaye, ji ber vê yekê qedexe li ser bikaranîna avê û pêxistina agir hatine danîn.

Tîmên rizgarkirinê bi hevkariya rayedarên parêzgeha Arizona heya niha 62 kes ji herêmê derxistine û rizgar kirine. Lê belê, Saziya Meteorolojiyê ya Neteweyî hişyariyê dide ku ewrên reş û nizm herêm gırtine û metirsiya birûsk û baranên hîn dijwartir heye, ku ev yek karê lêgerîna li pey 15 kesên winda zehmettir dike.

Dîmenên ku ji aliyê geştiyaran ve hatine girtin nîşan didin ku çemên heriyê û daran di bin piran re derbas dibin. Rayedaran bang li hemû geştyaran kir ku di vê heyama di navbera Tîrmeh û nîveka Îlonê de ku lehiyên bi vî rengîlê zêde dibin, pir baldar bin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye