Ev demeke dirêje, şer û pevçûn li Sûriyeyê diqewimin, rêjîma Baas hilweşiya, hewildanên çaraseriya pirsgirêka Sûriyeyê di rojevê de ne, lê heya niha aramî çênebûye.
Li Urdunê civîneke taybet bi rewşa Sûriyeyê tê lidarxistin
Urdunê ragihand ku wê roja sêşemê, civînek di navbera Sûriye, Urdun û Amerîkeyê de were lidarxistin.
Piştî daxuyaniya Wezareta Derve ya Urdunê, nûnerê taybet ê Amerîkayê Thomes Barack, postek li ser platforma X, belav kir.
Thomes Barack: Divê gelê sûriyeyê bi aştî û ewlehî jiyan bikin
Barak diyar kir ku ev pabendbûn, biryardariya wan a hevbeş xuya dike, û ev yek jî anî ziman ku ew dixwazin ji bo Sûriyeyê, pêşerojek peyda bike ku tê de hemû gelê Sûriye, bi aştî, ewlehî û geşepêdanî jiyan bikin.
Konseya Ewlehiyê rewşa Sûriyeyê gotubêj kir
Li aliyekî din jî, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, civînek li dar xist.
Di civînê de, hat tekezkirin ku nabe tu kes di derbarê pêvajoya veguhastina siyasî, ewlehî û aborî ya Sûriyeyê de, roleke neyînî bilîze û vî welatî wêran bike.
Konseya Ewlehiyê: divê biryara 2254 li sûriyeyê bê bicihkirin
Konseya Ewlehiyê, diyar kir ku divê li Sûriyeyê çareseriyek siyasî, li gorî biryara 2254an bê dîtin, tê de mafê gelê Sûriyeyê bê parastin, gel xwedî rol û biryar be û pêşeroja xwe bi awayekî aştiyane, serbixwe û demokratîk diyar bikin.
Konseya Ewlehiyê, bang kir ku divê hemû dewlet rêzê li serwerî, serxwebûn, yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê bigirin.