Lezgin

Li Fransayê êrîşa bi şiringayan: 145 kes bandor bûn

reset font size increase font size

Piştî raporên ku dibêjin 145 kes di festîvala muzîka kolanan a salane ya Fransayê ‘La Fete de la Musique’ de bi derziyan birîndar bûne, tirsa ji êrîşên din ên bi şiringayan zêde bûye. Berdevkê Wezareta Karên Hundir got: "Wezaret vê mijarê pir cidî digire."

Piştî hat ragihandin ku 145 kes li seranserê welêt di dema festîvala havînê ya salane ya "Fete de la Musique" de bi derzîyan rastî êrîşê hatine, polîsên Fransî 12 gumanbar girtine.

Festîvala li derve roja Şemiya borî li seranserê Fransayê hate lidarxistin û rayedaran li Parîsê wekî "girseya bêhempa" îfade kirin.

Wezareta Karên Hundir a Fransayê got ku li seranserê welêt bi derziyan 145 kes birîndar bûne, lê polîsên Parîsê li paytext 13 bûyer ragihandine. Bi dehan jin û keçên temenbiçûk rakirine nexweşxaneyê.

Berdevkê Wezareta Navxweyî ya Fransayê anî ziman: "Wezaret vê mijarê pir cidî digire." Wezaretê diyar kir ku hin ji qurbaniyan ji bo testên toksîkolojiyê rakirine nexweşxaneyê û lêkolîn jî berdewam dikin.

Tê gotin ku ev dermanê ku bi şiringayan hatiye lêdan, îhtîmala gêjkirinê heye da ku kesên êrîşkar tecawuzî kesan bikin.

Beriya festîvalê, kesên bi bandor a li ser medya dîjîtal ên wekî Abrege Soeur li ser media dîjîtal hişyarî dan ku jin bi derzîlêdanê werin hedefgirtin.

Heman buyer salên berê jî hatibûn jiyankirin
Bûyerên bi vî rengî di Hezîrana 2022’an de jî li Fransayê qewimîn. Gelek gumanbar bi tohmeta ku derzî li mirovan di klûbên şevê an jî di konseran de dixin, hatibûn binçavkirin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî li Spanyayê, di sala 2022’an de hejmara jinên ku dibêjin li klûbên şevê an jî li partiyan derziya wan hatiye kirin, gihîştibû 60’î. Bûyerên bi vî rengî di sala 2021’an de li Îngîlîstanê jî qewimîn û Parlamentoya Brîtanî di Nîsana 2022’an de raporek li ser zêdebûna bûyeran weşand.

Rodî Bişeng

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24