Her û her ev çend roj in mijara Greenlandayê rojeva cîhanê dagir dike.
Îro Serokê Amerîka Donald Trump postek li ser hesabê xwe yê Truth Social belav kir.
Naveroka vê parvekirinê dîsa Greenland bû.
Donald Trump bang li NATO kir ku ji bo pêvajoya tevlêbûna Greenlandê bi Amerîkayê re pêşengiyê bike.
Trump gotinên xwe wiha dom kirin:
“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo armancên ewlehiya neteweyî pêdivî bi Greenlandê diîbne.
Ew ji bo sîstema Golden Dome ya ku em ava dikin girîng e.”
Hêjayî gotinê ye, Trump vê parvekirina xwe berîya wezîrê derve yê Denmarkê ya Qesra Spî kir.
Armanca civînê kêmkirina rageşiyên li ser girava Greenlandê ye.
dîyar kir ku welatê wî wê hebûna xwe ya leşkerî li Greenlandê xurt bike û diyalogê bi hevalbendên xwe yên NATOyê re bidomîne.
Fransa li Greenlandê konsulxaneyekê vedike
Li aliyekî din, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot destnîşan kir ku welatê wî wê di 6´ê Sibatê de li Greenlandê konsulxaneyekê veke.
Barrow got, divê DYA dev ji şantaja li ser Greenlandê û îfadekirina daxwaza xwe ya kontrolkirina girava xweser a bi ser Denmarkê berde.
Wezîrê fransî wiha gotinên xwe bi dawî kirin:
“Êrîşkirina li ser endamekî din ê NATOyê bêwate ye, û ev ê dê li dijî berjewendiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be.”