Pentagonê ji bo mûşekên Tomahawk peymana 22.9 milyar dolarî îmze kir

Piştî bidawîbûna agirbesta 60 rojî ya bi Îranê re, Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) bi şîrketa Raytheon re ji bo zêdekirina hilberîna mûşekên Tomahawk peymaneke dîrokî ya bi nirxê 22.9 milyar dolar îmze kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi şîrketa Raytheon (ku girêdayî RTX ye) re peymaneke mezin a bi nirxê 22.9 milyar dolar îmze kiriye. Ev peyman bi armanca zêdekirina hilberîna mûşekên Tomahawk hat çêkirin, ku ev mûşek wekî çekek êrîşê ya dûr-menzîl a pir girîng tên pejrandin.

"Ev peyman şiyana me ya li beramberî şer zêde dike"

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê ji bo Kirîn û Parastinê, Michael B. Duffy diyar kir ku Wezareta Parastinê bang li pîşesaziyê kiriye da ku hilberîna cebilxaneyê berfireh bike û RTX bersiva vê bangê daye. Duffy got: 

"Ev peyman şiyana Hêzên me yên Hevbeş ji bo xwe çekdarkirinê zêde dike û dihêle ku şiyana me ya li beramberî derketina şeran, bilind bibe. Di heman demê de, aramiya pêwîst ji bo hevkarên pîşesaziyê peyda dike da ku hêza xwe ya kar berfireh bikin".

Wezîrê Derve yê Deryayî yê Amerîkayê Hong Kao jî bal kişand ser giringiya peymanê û wiha anî ziman:

“Pir girîng e ku Hêzên me yên Deryayî û Hevbeş xwedî hêza agirî ya kujer bin da ku êrîşkariyê asteng bikin û welat biparêzin. Ev veberhênana dîrokî ya 22.9 milyar dolarî dê radestkirina mûşekên Tomahawk bo şervanên me bileztir bike.”

Agirbesta bi Îranê re bi dawî bû, Trump cezayên nû radigihîne

Ev gava serbazî ya Pentagonê di demekê de rû dide ku agirbesta 60 rojî ya di navbera Amerîka û Îranê de bi dawî bûye. Di vê heyama 60 rojî ya ku bi Memoranduma Têgihîştinê hatibû destnîşankirin de, dihat payîn ku alî li ser mijarên girîng ên wekî Tengava Hurmiz, bernameya nukleerî ya Îranê, ambargoyên DYA û desteserkirina milkên Îranî gotûbêjan bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî daxuyaniya Wezîrê Xezîneyê Scott Bisnett a derbarê sepandina cezayên nû de, ragihand ku ew ê zirarên giran ên aborî bidin Îranê. Trump li Ofîsa Oval bersiva pirsên rojnamevanan da û eşkere kir ku peymana çarçoveya 60 rojî ya bi Îranê re nayê dirêjkirin.

Li aliyê din, hewldanên navbeynkariyê yên welatên wekî Pakistan û Qeterê berdewam dikin da ku her du welatan dîsa bînin ser maseya danûstandinê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye