Hejmara kesên ku ji ber Ebolayê mirine gihişt 4,053 kesan

Li Komara Demokratîk a Kongoyê hjimara nexweşên bi Vîrûsa Ebolayê gihiştiye 4 hezar û 53 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agahiyên hikûmetê nîşan didin ku di dema şewba heyî de, hejmara bûyerên Ebolayê yên piştrastkirî li Kongoyê cara yekem ji 4,000`î derbas bûye.

Li gorî agahiyan, ev duyemîn şewba herî mezin e ku li cîhanê belav bûye û wekî belavbûna herî bi lez a heta niha tê hesibandin.

Enstîtuya tenduristiya giştî ya Komara Demokratîk a Kongoyê di rapora xwe ya herî dawî de got ku hjimara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine gihîştiye 4,053 kesan, di nav de 1,850 kes mirine.

Heta niha, vîrûs li Rojavayê Afrîkayê ku di navbera salên 2014 û 2016`an de derketbû û wê demê 28,000 bûyer lê hatibûn tomarkirin, tenê ew vîrûs ji belavbûna vîrûsa niha ve derbas dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye