Serfermandarê Artêşa Lîbyayê li Enqereyê mir

Balafira Serfermandarê Artêşa Lîbyayê Mihemed El Hedad li Enqereyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Hikûmeta Wehde El Weteniyê ya Lîbyayê Ebdulhemîd El Debîbe eşkere kir ku duh serfermandarê Artêşa Lîbyayê Mihemed El Hedad û tevî kesên pê re, dema ku bi balafireke taybet ji paytexta Tirkiyê Enqere, vedigeriyan Terablusê balafira wan ket xwarê.

Ebdulhemîd El Debîbe da zanîn ku di encama ketina balafira “Falcon” de serfermandar û 8 kesên bi wî re jiyana xwe ji dast dan.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê da zanîn ku piştî ku balafira Hedad daxwaza daketineke awarte li Enqerê kir, têkiliya wan bi balafirê re qut bûbû.

Li gorî nûçeyên medyaya Lîbyayê; kesên tevî El Haddad di balafirê de jiyana xwe ji dest dan ev in:

“Fermandarê Hêzên Bejahî yê Lîbyayê General Al-Fitouri Gharibil

Serokê Saziya Hilberîna Leşkerî Tuggeneral Mahmoud Al-Qatawi

Şêwirmendê Serfermandarê Artêşê Muhammad Al-Asawi Diab

Wênekêşê leşkerî Muhammad Omar Ahmed Mahjoub.”

Hate gotin ku 3 murettebatên di balafirê de jî jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de, Wezîrê Karên Hundir ê Lîbyayê biryar da ku komîteyek lêpirsînê ya fermî were avakirin da ku li ser şert û mercên bûyerê lêkolînan bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye