Li Myanmarê du keştî binav bûn: 500 penaber mirin

Koça penaberan mixabin gelek caran bi mirinê bi dawî dibe. Komîserê Bilind ê Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di encama binavbûna 2 keştiyan de, zêdetirî 500 penaberên Rohingya li beravên Myanmarê xeniqîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Careke din li beravên deryayan nûçeyên mirina penaberan hatin eşkerekirin. Komîserê Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ragihandin ku di dawiya meha hezîranê de, du keştiyên ku piraniya wan penaberên Rohingya hildigirt, li beravên eyaleta Rakhine ya Myanmarê binav bûn.

Li gorî NY, keştiya yekem a ku bi qasî 250 kes hildigirt, ji dema ku bi rê ketibû winda ye.

Li gorî agahiyan, keştiya duyem a ku bi qasî 280 kes hildigirt, di 8’ê tîrmehê de li beravên herêma Irrawaddy li Myanmarê ketibû bin avê. Hat hînbûn ku hejmara miriyan hîn bi fermî nehatiye piştrastkirin, lê fikarên cidî hene ku dibe ku zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dabin. 

900 penaber li bakurê Okyanûsa hindî winda bûbûn

Li gorî Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, di sala 2025’an de nêzîkî 900 penaberên Rohingya li bakurê Okyanûsa Hindî winda bûbûn. 

Her wiha hat ragihandin ku zêdetirî 6,500 Rohingya rêyên deryayî yên xeternak girtine, da ku bigihîjin Malezya û Endonezyayê.

Li gorî Komîserî û Rêxistinê, ji destpêka salê ve nêzîkî 300 kesên din, di nav de penaberên Rohingya û welatiyên Bangladeşî, li Deryaya Andaman û Kendava Bengalê winda bûne an jî mirine.

Komîserê Neteweyên Yekbûyî hişyarî dan ku rêwîtiya deryayî ya bê demsal ji ber baranên zêde û lehiyê li herêmê xetere û metirsiyên mezintir diafirîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye