Li Somaliya 12 endamên El Şebabê hatin kuştin

Li Somaliya di operasyoneke leşkerî de, 12 endamên ji Tevgere El Şebabê hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Nûçeyan a Somalî (SONNA) ragihand ku hêzên Îstîxbaratê û Ewlehiya Neteweyî ya Somalî (NISS) operasyon bi hevkariya hevkarên navneteweyî li herêma Ayl-Tiqwenî pêk anîne.

Ajansê destnîşan kir ku operasyonê baregeha komeke terorîst hedef girtiye, ku zêdetirî 40 endam lê kom bûbûn.

Di encamê de, 12 endamên El Şebabê hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.

Nêzîkî 20 salane Hêzên Hikûmeta Somalî operasyonên leşkerî li dijî komên çekdar pêk tînin, wek koma terorîst a El Şebab, ku hejmarek êrîş pêk anîne û di encamê de, bi sedan sivîl û karmendên ewlehiyê hatibûn kuştin.

Tevger armanc dike ku Hikûmeta Somaliyê hilweşîne, desteserkirina desthilatdariyê û sepandina qanûnên Şerîetê bimeşîn e.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24