Li Siwêdayê xwepêşandan hat lidarxistin

Bi sedan şêniyên bajarê Siweydayê li qada El Kerama xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê de, daxwaza rizgarkirina revandiyan, bidawîkirina binpêkirinên li dijî şêniyan, mafê diyarkirina çarenûsê û parastina sivîlan hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xwepêşandêran diyar kirin ku ew bi mafê xwe yê jiyaneke ewle û bi rûmet li ser erdê xwe ve girêdayî ne.

Her wiha destnîşan kirin ku daxwazên wan mafekî jiyanî û siyasî yên rewa ne. 

Xwepêşandêran bang li aliyên têkildar kirin ku daxwazên wan bi cih bînin û ji bo parastina sivîlan û mîsogerkirina mafên wan bixebitin.

 

SOHR: Hejmara kuştiyan ji destpêka şerê Siweydayê ve gihîşt 2026'an

 

Herî dawiyê jî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hejmara kuştiyan ji destpêka şerê Siweydayê ve gihîştiye 2026'an.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24