Li herêma Bab Şerqîyê ya Şamê li nêzî avahiyeke leşkerî, erebeyek teqiya.
Ajansa nûçeyan a Ixbariya Sûriyê ragihand ku di êrîşê de leşkerekî hikûmetê hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.
Ixbariya Sûriyê got ku teqandina erebeyê ji ber mayînekê ku berê bi erebeyê ve hatibû çandin, derket.
Ambulans û hêzên parastina sivîl, berê xwe dan cihê teqînê.
Hêzên ewlekariyê derdora cihê teqînê girt.
Piştî teqînê rêyên Bab Şerqî û Diwêlayê hatin girtin.