Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, îro serdana Çînê kir û ev serdan dê 2 rojan berdewam bike.
Di şandeya Rûsyayê de, wezîr, berpirsên aboriyê û serokên mezintirîn şîrketên enerjiyê yên Rûsî hene.
Hebûna ewqas berpirsan di şandeya Rûsyayê de nîşan dide ku, ka heta çiqasî Moskova girîngiyê dide têkiliyên xwe yên bi Pekînê re, li gel sizayên rojavayî yên ji ber şerê wê yê li dijî Ûkraynayê.
Krimlinê ragihand, bi biryar e ku roja Çarşemê dan û standinên fermî di navbera serokên her du welatan de bên kirin.
Her wiha tê de hevkariya stratejîk a her du aliyan, li gel dosyayên navneteweyî yên germ, weke şerê Ûkraynayê û pêşketinên li Îranê, dê werin gotûbêjkirin.
Şêwirmendê Putin: Ev serdan ti têkiliya wê bi serdana Trump a Çînê re tune ye
Beriya serdanê, Şêwirmendê serokê Rûsyayê yê karûbarên derve Yuri Ushakov gotibû:
"Ti têkiliya vê serdanê bi serdana serokê Amerîkayê Donald Trump a Çînê re tune ye.
Helwestên me û Çînê yên siyaseta derve pir nêzîkî hev in.
Rêbazên me heman rêbaz in.
Lê belê em tenê ji bo aştî û geşbûna çîhanî dixebitin."
Kremlin: Dosyaya enerjiyê di serê lîsteyê de ye
Li gorî Krimlinê, dosyaya enerjiyê di serê lîsteya dan û standinan de ye, bi teybetî projeya boriyên gazê `Hêza Sîbîriya 2` ya ku Rûsya dixwaze bi rêya wê hinardekirina gazê bo Çînê zêde bike.
Her wiha ev serdan, bi helkefta derbasbûna 25 salan di ser peymana `Çîrandiya baş, hevaltî û hevkariyê` ya di navbera Moskova û Pekînê de tê.