600 malbatên Efrînî yên ku li Kobanê diman vegeriyan cih û warên xwe

Karwanê yekem ê Koçberên Efrînê ji bajarê Kobanê ber bi cih û warên xwe ve bi rê ket û ev karwan piştî nîvro gihîşt cihûwarên xwe. Ev kom ji 600 malbatên Efrînî pêk dihat.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî 9 salan ji koçberiya bi darê zorê, xelkên Efrînê vedigerin ser mal û milkên xwe.

Li Kobanê di saetên sibehê de koma yekem a koçberan ji bajarê Kobanê ber bi Efrînê ve bi rê ket.

Şandeyek ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn, Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û şandeyeke rêveberiya Kobanê amade bûn.

Beriya ku karwanê koçberan bi rê bikeve, rêveberê Herêma Kobanê Îbrahîm Mislim û Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl daxuyanî dan.

Her wiha di daxuyaniyan de hate gotin ku bi biryar e hemû koçber beriya Cejna Qurbanê vegerin ser mal û milkên xwe.

Yek ji xalên ku peymana 29`ê çileyê di nav xwe de vedihewîne, vegera koçberên herêmên dagirkirî ye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku koma yekem a ku ji nêzîkî 400 malbatî ve pêk dihat di 9`ê Adara îsal de, koma duyem a ku ji nêzîkî 200 malbatî ve pêk dihat di 4`ê Nîsanê de, koma sêyem a ku ji nêzîkî 800 malbatên koçber ve pêk dihat di 14'ê Nîsanê de û koma çarem a ku ji hezar malbatî ve pêk dihat di 10ê gulanê de gihîştin Efrînê.

Herî dawiyê jî, Koma pêncemîn a ku ji herêma Cizîrê derket, di 11ê gulanê de gihîşt Efrînê, ev karwan ji hezar malbatî pêk dihat.

Koma yekem a ku îro ji Kobanê çû, di saet 16`an de, piştî nîvro gihîştin Efrînê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye