Li Hatayê lehî rabû: Sê kesan jiyana xwe ji dest da û du kes jî winda ne

Li Hatayê, ku hîn jî ji ber erdhejê diêşe, vê carê ji ber barana zêde lehî rabû û ziyaneke mezin çêbû.Di lehiya ku çêbûye de, sê kesan jiyana xwe ji dest daye û du kes jî winda ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Xelkên Hatayê ku piştî erdheja 6'ê Sibata 2023'yan, hîn jî bi pirsgirêkên xanî, binesaziyê û debara jiyanê re têdikoşin.

Niha ji ber binesaziya nebaş û xemsariyê bi karesateke nû re rû bi rû ne.

Piştî barana zêde li bajêr asta avê bi lez bilind bû.

Bi taybetî li deverên nêzîkî qiraxên çeman, rê hilweşiyan, pir hilweşiyan û di hatinçûyînê de astengî derketin.

Ji ber hilweşîna rêyan, gelek kes di rê û malan de asê man.

Li taxa Hacı Omer Alpagot a navçeya Antakyayê, ji ber hilweşîna xaniyekî li ser girekî, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Sê kesên ku di bin kavilan de asê mabûn, sax hatin rizgarkirin.

Qatên erdê yên gelek xaniyan li seranserê bajêr di bin avê de man û lehiyê wesayît dan ber xwe.

Yek ji deverên ku herî zêde ji karesata lehiyê bi bandor bûye, navçeya Samandagê bû.

Pira li ser rêya Antakya-Samandag hilweşiya û bi rijandina Çemê Asi re li gelek taxan lehî çêbû.

Di hilweşîna rê de ya li nêzî pira Subaşiyê, ajokarê wesayîtekê yê bi navê Nedim Habeşoglu jiyana xwe ji dest da.

Her wiha Cenazeyê Şahut Kimyonok ê 62 salî ku ji aliyê lehiyê ve hatibû birin hat derxistin.

Denîz Hoşgel (19) û Musa Paşa (20), ku tê gotin dema ku pir hilweşiya, bi wesayîtên xwe li ser Pira Karaçayê re derbas dibûn, winda ne.

Xebatên lêgerînê yên tîmên AFADê, li nava çeman û deverên lehiyê berdewam dikin.

Walîtiya Hatayê ragihand ku li navçeya Samandagê ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş perwerde ji bo rojekê hatiye rawestandin.

Rayedarên meteorolojiyê diyar kir ku baran dê li herêmê dem bi dem bibare û welatî ji xetereya lehiyên ji nişka ve, kêmbûna avê û hilweşînê hişyar kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye