Şevê din navenda Televîzyona Ronahî TV a li Qamişlo şewitî.
Rêveberiya Ronahî TV'yê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.
Rêveberiyê behsa şewata duh li studyoya xwe kir û wiha got:
Ronahî tv: Ji ber şewatê li studyoyê ziyaneke mezin a madî çêbû
"Li studyoya televîzyona me ya li Qamişloyê şevê din saet derdora 02.00’yan şewatek derket.
Şewat di demeke kurt de mezin bû, bi mudaxeleya ekîbên agirkujiyê û mudaxeleya xebatkarên televîzyonê hat vemirandin.
Di encama şewatê de li studyoyê ziyaneke mezin a madî çêbû."
Ronahî tv: Weşana me dê berdewam bike
Rêveberiya kenalê diyar kir ku şewat ji ber pirsgirêka ceyranê derketiye û got:
"Ji ber şewatê, weşana televîzyona me ji bo demekê ji neçarî sekinî.
Ji bo ku gel, şopdar û temaşevanên me ji agahiyan bê par nemînin û bi berdewamî rastiyan ji çavkaniyên wê bigirin, weşana me dê berdewam bike."
Dawiyê, rêveberiya Ronahî TV'yê ragihand ku di demeke kurt de dê pirsgirêkên derketine holê werin çareserkirin û weşana wan ya li studyoya Qamişloyê jî careke din bikeve rewşa asayî.