Şoreşa Rojava, rê li ber civakeke komînal û demokratîk vekir.
Aboriya jin a serbixwe bi şoreşa Rojava re cara yekem li Sûriyê pêk hat .
Di derbarê pêşxistina xebatê Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Berdevka Komîteya Aboriya Jinan Gulîstan Murad ji ANF`ê re axivî .
Gulistan Murad diyar kir ku aboriya jinê bi sîstema netewa demokratik encam girt û wiha got:
"Xebatên aboriya jinê li gorî sîstema netewa demokratik e. Da ku her kesê xebat dimeşîne xebata dike girêdayî xwe bibîne û bi awayekî wekhev tê de kar bike û encam were girtin."
Gulîstan Murad: Aliyê manewî ya aboriya jinê jî heye
Gulîstan Murad destnîşan kir ku xebatê aboriya jin ne tenê madî ye û wiha axivî :
"Li ser hemû jinan hişmendiya baviksalarî hatiye ferzkirin, Ji ber vê yekê xebata aboriya jinê ne tenê madî ye, aliyê manewî ya aboriya jin jî heye."
"Hemû beşên civakê di nav xebata aboriya jinê de cih digrin"
Gulîstan anî ziman ku sal bi sal kar û xebatê aboriya jinê berfirehtir dibe û wiha pê de çû:
“Kar û xebatê aboriya jinê ji salên 2015’an û heta roja îro berdewam dike. Sal bi sal xebat berfiretir dibe, ji ber ku em aboriya komînal a civakî ne, hemû beşên civakê, hemû pêkhate di nav kar û xebata aboriya jinê de cih digrin.”
Gulîstan Murad: Em ê di her aliyê de piştgirî bidin jinan
Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de qala têkoşîna jinan ya têkîldarî geşedanên li Sûriyê diqewimin jî kir û wiha got :
"Bi hatina Hikumeta Veguhêz a Sûriyê re Elewî, Durzî û gelek pêkhatên Sûriyê berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li aliyek din koçberiya duyemîn a gel e Efrînê ji herêma Şehba çêbû.
Li hember wê ji bo em ji wan re bibin piştgir, me karê xwe di her alî de berfirehtir kir û me gelek projeyên nû pêşxistin."
Berdevka Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Murad di dawiya axaftina xwe de qala proje û xebatên têne meşandin kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî:
"Me gelek bîrên avê kolandin, hem jî projeyên enerjîyê hatin pêşxistin. Di warê çandinî û tovan de gelek perwerde hatin dayîn. Kargehên ê dirûtinê li Kobanê, Amûdê hatin vekirin.
Her wiha projeya kargeha Trîko a ku li herêmê yekemîn kargeha Trîko ye. Gelek projeyên me yên karê destan ên cuda jî hene."