Rêveberiya Bajarê Kobanê û rêveberên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Kobanê şandeyek ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya Paêrzgeha Helebê pêşwazî kir.
Di serdanê de her du aliyan girîngî dan başkirina şert û mercên xwendinê.
Zehmetî û astengiyên ku xebatkarên perwerdeyê û xwendekar pê re rû bi rû dimînin hatin nîqaşkirin.
Şandeyê serdana hejmarek ji dibistan û navendên perwerdehiyê jî kir.
Armanc ji serdanê, naskirina rêveçûna proseya xwendinê, pêdiviyên beşa perwerdehiyê û amadekarên navendên ezmûnan bû.