Êrîşên di navbera Îsraîl û Libnanê de tevî agirbestê jî berdewam dikin

Tevî ku beriya du rojan dirêjkirina peymana agirbestê li Libnanê hatibû ragihandin jî, Îsraîlê rêze êrîş li ser çend bajarokên başûrê Libnanê pêk anîn. Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun jî piştrast kir ku ji bo "agirbestê û vekişîna Îsraîlê" dan û standin hene.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tevî ku beriya du rojan peymana agirbestê ji bo Libnan û Îsraîlê hatibû dirêjkirin, lê Îsraîlê rêze êrîşên hewayî li ser çend bajarokên başûrê Libnanê pêk anîn.

Nivîsgeha çapemeniyê ya artêşa Îsraîlê daxuyaniyek parve kir û diyar kir ku di 24 demjimêrên borî de, artêşa Îsraîlê li 30 cihên binesaziya Hizbullahê xistiye.

Di heman demê de, balafirên Îsraîlê gundên li başûr û herêma Baalbekê yê li rojhilatê Libnanê jî di êrîşên şevê de armanc girtin.

Washingtonê jî hefteya borî di roja înê de, piştî bidawîbûna gera 3yemîn a dan û standinên Libnan û Îsraîlê, dirêjkirina agirbestê ji bo 45 rojan piştrast kir.

Joseph Aoun: Çarçoveya ku Libnanê ji bo dan û standinan daniye hin xalan vedihewîne

Ji aliyê xwe ve jî, Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun piştrast kir ku çarçoveya ku Libnan ji bo dan û standinan daniye van xalan vedihewîne:

"Vekişîna tevahî ya Îsraîlê, agirbestea şer, bicihkirina artêşa Libnanê li ser sînor, vegera kesên koçber û dabînkirina alîkariya aborî û darayî ji bo Libnanê."

Di postekê de li ser platforma xwe ya "X"ê, Joseph Aoun tekez kir ku "Her tiştê ku berevajî vê yekê tê gotin şaş e."

Di berdewamiya axaftina xwe de, Joseph Aoun got ku "erka wî, li gorî meqam û berpirsiyariya wî ew e, ku tiştê qet nabe bike, da ku şerê li ser Libnanê û gelê wê rawestîne."

Di peyama xwe de, ji bo gelê Libnanî, Aoun tekezî li ser "girîngiya parastina axê" kir.

Gotinên Aoun jî di demekê de tên ku Amerîkayê hewl dide ku di navbera Libnan û Îsraîlê de peymaneke aştiyê çêbike.

Lê belê, tevî peymana agirbestê jî êrîşên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de bênavber berdewam dikin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye