Koma Meşvaniyê ya Jinan a Silêmaniyê ji zêdetirî 2 hezar û 500 endamî pêk tê.
Ev kom ji bo jinan bûye navendeke aramî, werzîş û xurtkirina têkiliyên civakî.
"Ev 6 sal in di hemû werzan de dimeşin"
Koma Meşvaniyê beriya 6 salan ji aliyê rahêner Nahîde Ehmed û 2 mamosteyên din ve hat avakirin.
Jinên endamên komê, her roja Şemiyê bi hev re derdikevin meşê.
Rahêner Nahîde Ehmed diyar dike ku armanca wan parastina tenduristiya fîzîkî û derûnî ya jinan e.
Meşvaniya bi peyatî ji bo daketina kîloyan, nexweşiya şekir û helandina bez (ruhn) pir bi kêr tê.
Bihar Ebûbekir: Bi meşê re pirsgirêka min a nefes-tengiyê çareser bû
Her wiha Berpirsa Şaredariya Silêmaniyê Bihar Ebûbekir jî ev 4 sal in di vê komê de ye.
Wê got ku meşê pirsgirêka wê ya nefes-tengiyê çareser kiriye.
Bihar Ebûbekir herî dawî jî got ku ew di çalakiyên xwe de qirêjiyan jî kom dikin û bang li her kesî kir ku jîngehê biparêze.