Li Nîjeryayê jinek bi saxî şewitandin

Li Nîjeryayê, jinek bi îdîaya ku heqaret li pêxemberê Îslamê Mihemed kiriye, ji aliyê girseyeke mezin ve hate şewitandin û bi rengekî hovane hate qetilkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya berdevkê polîsan, jina bi navê Amaye ya ku ji eyaleta Katsina hatibû û xwarin li eyaleta Nîjerê difirot, piştî îdîayan rastî êrîşa girseyê hat û di encama êrîşa komî de bi saxî hate şewitandin.

Berdevkê polîsan, diyar kir ku wan bûyer şermezar kirine û ji bo girtina êrîşkaran dest bi lêpirsînê kirine.

Her wiha wekî li eyaleta Nîjerê, li 12 eyaletên bakurê Nîjeryayê jî hiqûqa şeri'î, li gel qanûnên giştî yên dewletê tê bicihanîn.

Li gorî şerîatê jî 'Blasphemy' (Heqareta li pêxember) weke sûcekî ku divê bi cezayê kuştinê bê cezakirin, tê dîtin.

Lê belê di gelek bûyeran de beriya pêvajoya darizandinê destpê bike, gumanbar ji aliyê girseyan ve têne qetilkirin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24