Li Mersînê jinek hat qetilkirin

Li Tirkiyeyê zilamekî 40 salî li kêleka rê jinek kuşt û hewl da xwe bikuje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Medyaya Tirkiyê îro ragihand li navçeya Anamur a Mersînê Zilamekî bi navê Naîm Şen, jina bi navê Songul Perçem bi çekê qetil kir.

Naîm Şen piştre hewl da xwe bikuje, giran birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneya bajêr.

Cenazeya Songul Perçemê jî rakirina Saziya Tipa Edlî ya Mersînê.

Kamerayên çavdêriyê kêliyên tam ên bûyerê tomar kirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku zilam ji otomobîleke sor derdikeve û bi jina ku ji otomobîleke reş daketiye re nîqaş dike.

Piştre bi çeka xwe gule berda canê Songul Perçemê û piştre jî hewl da xw bikuje.

Li gorî rayedaran lêkolînên li ser bûyerê hîn jî berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24