Rêveberiya Xweser daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de pêşwazî li daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Rêveberiya Xweser: Em bi biryara 2254`an re ne
Rêveberiyê dest nîaşn kir ku bicihkirina biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê, rê li ber beşdariya tevahiya hêz û aliyên xwedî bandor di pêvajoya siyasî de vedike, di nav de jî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk wek hêzeke sereke di şerê dijî terorê û parastina ewlehî û aramiyê de.
Rêveberiyê daxwaz kir ku NY bi roleke aktîv rabe û serkêşiya diyalogekek niştimanî bi beşdariya tevahiya aliyên Sûriyeyî bike û Sûriyeke demokrat, piralî û yekgirtî bê avakirin.
Parîs piştgiriya dan û stadinên QSD`ê û Şamê dike
Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Karên derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew jî bi piştgiriya Washingtonê di nava dan û standinên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de xwedî rol û bandor e.
Wezaretê dest nîşan kir ku Parîs hîna li ser soza xwe ye ku sibata borî di kongreya Sûriyeyê de dabû ji bo ku çareseriya aştiyane pêk were û Sûriyeya azad, xwedî serwerî û aram ava bibe.
Wezaretê tekez kir ku entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di nav artêşa nû ya Sûriyeyê de ji bo aramiya Sûriyeyê û herêmê û ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî terorê mijarek bingehîn e.