Komeleya Şêx Seîd, li otêleke navçeya Sûrê ya Amedê komxebatek bi navê "100 Sal li Kurdistanê: Heqîqet, Edalet û Aştî" li dar dixe.
Qasim Firat di komxebata bi navê "100 Sal li Kurdistanê: Heqîqet, Edalet û Aştî" de ku bi boneya 100 saliya darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî hat lidarxistin, axivî û got: "Divê em ji bo aştiyek bi rûmet bixebitin."
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kılıçgun Ûçar, Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û gelek kesên din beşdarî komxebatê bûn.
‘Şêx Seîd li dijî bênasnamebûnê serhildan da destpêkirin’
Serokê Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd, Qasim Firat, di vekirina komxebatê de axivî û bal kişand ser tiştên ku 100 sal berê qewimîne û hin qanûnên ku di sala 1924’an de ji aliyê Parlamentoya Komarê ve hatine derxistin bi bîr xist. Firat anî ziman ku qanûn, ziman û nasnameya Kurdan di van qanûnan de cih negirtiye û got ku ji ber vê yekê serhildan û raperîn dest pê kirine.
Fırat bal kişand ser gotinên Şêx Seîd ên "Ez teslîm nabim. Zimanê min heye. Ol û baweriya min heye. Ez bi van dijîm" û bi bîr xist ku ew ê heta dawiyê li hember zilm û zordariyê li ber xwe bide.
Di pêvajoya nû de Kurd
Firat got, "Bi salan e em dipirsin gora kalikê min li ku ye. Dewlet jî bersiva vê yekê nade. Pêvajoyek di rê de ye. Divê em nîqaş bikin ka Kurd di vê pêvajoyê de çi bikin. Kurd hewceyê yekîtî û aştiyê ne. Divê aştiyek bi rûmet hebe. Divê danûstandinek bi rûmet hebe. Divê em ji bo vê yekê bixebitin."
Komxebat, ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.
Rodî Bişeng