Lezgin

Xwezayîna organên laş ên guhêrî ji berazan

reset font size increase font size

Bijîşkan di warê veguhestina organan de serkeftineke nû bi dest xistine, organên berazan yên genetîkî hatine guhertin, ji bo nexweşên ku têkçûna organa ya akût dikşîne bi kar tînin.

Veguhestina Organên bi genetîkî hatine guhertin, ji berazan bidin mirovan, gaveke zanistiye ku hêvîyê ji bo hezarên nexweşan vejîne.

Li bajarê Bostonê a girêdayî Amerîka, tîmeke bijîşkan gurçikeke berazan a bi awayê genetîkî hatî guhertin, bi serkeftî ji zilamekî 66 salî re yê ku ji têkçûna gurçikê ya kronîk dikşand veguhestin.

Di ceribandineke berê de li Çînê, şaneyên dilên mirovan ên ku di embrîoyên berazan de hatine çandin, bi awayekî asayî tevgeriya, ev di pêşerojê de rê li ber ihtîmala hilberîna dilê mirovan di hundirê ajalan de vedike.

Ceribandin ne tenê bi gurçik û dil ve sînordar bû, her wiha kezeba beraz a guhertî ji bo laşê nexweşeke klînîkî mirî hat veguhestin û organ 10 rojan tevger kir bê ku nîşanên redkirinê diyar bike.

Lêkolîner bawer dikin ku ev ceribandin destpêka serdemeke bijîşkî ya nû ye û dikare lîsteya benda organan bike tiştekî bihûrî û kevin.

Li gorî rayedarên tenduristiyê, tê payîn ku ceribandinên berfireh di sala 2026`an de dest pê bikin, di nav de veguhestina kezeb û gurçik ji hejmareke mezin a nexweşan re bê çêkirin, di bin çavdêriya nêzîk a saziyên bijîşkî û exlaqî.

Ezîma Hesin

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24