Tîmeke lêkolînê ya Zanîngeha Karolînaya Başûr a DYA’yê bi rêvebiriya jeozanîst Christopher Moore kar dike. Her wiha tîma lêkolîner diyar kir ku beriya 12.800 sal dûvstêrkek ku di atmosferê de teqiyabû dîtin.
Lêkolîna ku di kovara PLOS One de hate weşandin, mînakên ku di binê deryaya bakurê Gronlandê ya Bendava Baffînê hatine girtin de mîkropartikulên dewlemend bi platîn, îrîdyûm û nîkel, mîkrosferulên barkirî bi hesin-sîlîka û perçeyên cama heliyayî tespît kir.
Lêkolîner destnîşan kir ku ev pêkhateya kîmyewî li ser erdê rûyê cîhanê kêm tê dîtin û dibe ku meteor an jî dûvstêrkek be.
Tîma lêkolînê ragihand ku ev teorî dikare bi lêkolîna şopên herêmên din ên okyanûsê were piştrastkirin an jî were pûçkirin.