Li başûrê Sûriyeyê hêzên Îsraîlê çend bendên kontrolê danîn

Hêzên Îsraîlê carek din derbasî gundewarê Quneytera li başûrê Sûriyeyê bûn û bendên kontrolê danîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê `SOHR` ragihand ku Artêşa Îsraîlê hêzên xwe li parêzgeha Quneytera ya Sûriyeyê zêde kiriye.

`SOHR` da xuyakirin ku, 5 wesayîtên leşkerî yên ku leşker bar kiribûn, ji baregeha Tel El Ehmerê ber bi rêya Rafîd-El Eşayê ve çûn û bendeke kontrolê danî.

Her wiha `SOHR` da zanîn ku hêzên Îsraîlê, 5 wesayîtên leşkerî derbasî gundê Ruweyhina yê li gundewarê Quneytrayê kiriye û bendeke kontrolê ya demkî danî.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku heya niha jî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ti daxuyanî derbarê van tevgerên leşkerî yên Îsraîlê de nedaye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye