15' ê Tebaxê wê bibe roja Vejîna Gelê Kurd

Fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan di bernameyeke Strek tv de diyar kir ku 15'ê Tebaxê wê ji niha û pê ve jî her tim weke Roja Vejînê bê pîrozkirin û pîrozkirina vê yekê ne pîrozkirina şer e, pîrozkirin wê bi wateya pêngava yekem a li dijî koletî û mêtingeriyê ye. Fermandarê HPG'ê Karayilan bang li Serokkomarê Iraqê Dr. Latîf Reşît kir ku dest bavêje vê mijarê û tekez kir ku ew hêvî dikin li ser vê yekê raweste.'

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê HPG'ê Karayilan di bernameyeke taybet a Stêrk Tv de mijarên di rojevê de ne nirxand.

Murat Karayilan destnîşan kir ku 15'ê Tebaxê weke pêngaveke leşkerî dest pê kir û got, "15'ê tebaxê bi qasî li dijî sîstema mêtingerî serî rakirin bû, li dijî bêdengiya civaka Kurd jî serî rakirinek mezin bû. 15'ê Tebaxê wê ji niha û pê ve jî her tim weke Roja Vejînê bê pîrozkirin.Pîrozkirina vê yekê ne pîrozkirina şer e, pîrozkirin wê bi wateya pêngava yekem a li dijî koletî û mêtingeriyê ye."

 

Karayilan: Xirabiya li ser wargeha Mexmûrê, xirabiya li ser nirxê me ye

 

Fermandarê HPG’ê Karayilan ji bo zextên li ser wargehê Mexmûrê jî wiha got: "Ji bo ku li ser dewleta Iraqê zext çênebe em ji wir derketin. Divê dewlet û hikûmeta Iraqê vê yekê zanibe; xirabiya li hemberî mirovên li Kampa Mexmûrê dijîn tê kirin, tê wateya xirabî li hember nirxên me kirine û em vê yekê ti carî qebûl nakin. Eger ev nêzîkatiya li dijî gelê wargehê dewam bike, em ê ji neçarî dîsa mudaxileyê wê derê bikin û dîsa gerîlayan bişînin wê derê''

Fermandarê HPG'ê Karayilan bang li Serokkomarê Iraqê Dr. Latîf Reşît kir ku dest bavêje vê mijarê û tekez kir ku ew hêvî dikin li ser vê yekê raweste.'

 

Stratejiya têkoşîna me wê bibe siyaseta demokratîk

 

Fermandarên HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk heta niha her tim bi aqilê ewlehiyê, berê xwe da pirsgirêka Kurd û her tim bi mantiqê, 'Em ê bi hêzên ewlehiyê re çareser bikin' nêz bû. 

Karayilan ji bo 32 salên borî wiha got: ''Dibe ku kêmasiyên me jî çêbûn, lê berpirsyarê sereke dewlet Tirk e ku israr kir pirsgirêkê ne bi siyasetê lê bi polîtîkayên ewlehiyê û tundiyê çareser bike''

Bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê û Kongreya 12’emîn a PKK’ê û piştî wê em ketin pêvajoya nû.''

Mûrat Karayilan diyar kir ku stratejiya têkoşîna wan wê bibe siyaseta demokratîk.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24