Ji dema dagirkrirna Efrînê heta roja îro binpêkirin li dijî Efrîniyan berdewam dike.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn -Sûriyê Îbrahîm Şêxo amarên sala 2025`an û binpêkirinên li dijî Xelkên Efrînê bi van daneyan eşkere kirin:
"Îsal nêzî 160 rewşên revandin û 60 rewşên kuştinê ji aliyê kesên nenas ve pêk hatine.
Hatine belgekirin û heta niha hesab ji sûcdaran nehatiye xwestin.
Rojane dizî çêdibe û rewşa ewlehiyê li bajêr gelekî xerab e."
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku zêdetirî 3 hezar dar li Efrînê hatine birîn.
"Zêdetirî 3 hezar darên biber, piraniya wan ên zeytûnan ne, hatine birîn
Nêzî 50 hektar darên merxê hatine şewitandin
Dizîya werza zêdetirî 25 hezar darên zeytûnê hatiye belgekirin û bi deh hezaran dar di destê çeteyan û 'nivîsgehên aborî' yên li Efrînê de ne."
Şêxo diyar kir ku tevî derbasbûna salekê di ser hilweşîna rejîma Baasê re jî lê binpêkirin didomin û wiha lê zêde kir:"
"Lewaziya hikûmeta veguhêz a Sûriyê li Efrînê hişt ku çete li gorî berjewendiyên xwe herêmê bi rê ve bibin û ev jî bû sedema astengkirina vegera koçberan.
Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyê Îbrahîm Şêxo di dawiyê de bang li rêxistinên navnetewyî kir ku bi erka xwe ya `mirovî rabin.
"Zêdetirî 2 hezar û 500 windahî li Efrînê hene, ji wan jin û zilam in ku aqûbeta wan jî nediyar e
Ez bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan dikim ku xwedî li erkên xwe derkevin,
Her wiha bang li hikumeta veguhêz jî dikim ku sivîlan biparêze û vegera ewle ya koçberan misoger bike."