Serokê MHP'ê dîsa gef li QSD'ê xwar

Îro li parlemetna Tirkiyê komcivînên partiyan hatin lidarxistin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları di civînên koma xwe de axivîn. Bahçelî di axaftina xwe de bi ser mijara mutabakata 10'ê Adarê dîsa QSD'ê hedef girt û gef xwar. Tulay Hatımoguları jî bersiv da Bahçelî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Parlementoya Tirkiyê partiyan komcivînên xwe lidarxistin û li ser mijar rojevê de nirxandinan kirin.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe de li ser rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û "pêvajoya çareseriyê" axivî.

Devlet Bahçelî gef li QSD`ê xwar û got:

"Yan bi lihevkirinê yan bi zorê"

"Anîna rojevê ya daxwazên ku nayên muzakerekirin ji aliyê QSD û YPGyê ve, hinceteke ji bo revîna ji lihevkirinê ye.

Ev şaş e û armancên aramiyê têk dibe.

QSD û YPGyê li Bakur Rojhilatê Sûriyê serdestiyeke fiîlî ava kiriye.

Yan bi lihevkirinê yan jî bi darê zorê.”

Tulay Hatimogulari: Bi zimanê gefê biratî pêk nayê!

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari jî  di civîna koma partiya xwe de gotinên Bahçelî yên li ser Rojavayê Kurdistanê rexne kir û ev tişt anî ziman:

"Bi zimanê gefê ev pêvajo nayê birêvebirin û biratiya Kurd û Tirkan pêk nayê.

Em careke din dibêjin dest ji zimanê gefê berdin.

Pêwîstiya xelkên Sûriyê bi me heye, ne ku hûn gefan li wan bikin.

Ez li vê derê bangî birêvebiriya MHPyê jî dikim, zimanê gefê aştiyê nayîne herêmê.

Pêwîstiya me bi serdemeke wiha heye ku çek nebin û rêya diyalogê vekirî be. Gelekî girîng e ku hemû alî bi vê berpirsiyariyê tevbigerin."

Hevseroka DEMê her wiha daxwaz kir ku Parlamentoya bi lez yasayên pêwîst ên ji bo pêvajoya çareseriyê amade bike û komîsyon li gorî vê yekê rapora xwe amade bike.

CHP: Erdogan aloziyê bilkartîne

Serokê CHPê Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de mînaka Maduro yê ku ji aliyê ABDyê ve hat girtin bi bîr xist û Erdogan rexne kir û got:

"Her tiştê ku eniya navxweyî qels dike gef e.

Niha dem hatiye ku dawî li çudakariyê were û aştiya civakî were misogerkirin.

Erdogan ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne, alozî û çudakariyê bi kar tîne.

Em ê li hember zulma wî li ber xwe bidin, qet serî li ber wî netewînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye