Di nava qadên Siyaseta li Başûrê Kurdistanê de, tevlîbûneke berbiçav a jinan li gorî salên borî tê dîtin.
Lê navenda biryardanê li gel mêran dimîne û Jin heta niha jî nikare bi serê xwe biryarekê bide.
Nivîskar Kinêr Abdullah vê mijarê û sedemên wê ji ajansa Rojnewsê re nirxand.
Kinêr Abdullah dibêje ku li gorî sala 2000’î rêjeya jinan a di nava karê siyasetê de zêdetir bûye.
Kinêr diyar dike ku zêdebûna rêjeya Jinan di siyasetê de wê bandoreke encam gir li nav navendên biryardariyê neke.
Nivîskar Kinêr Abdullah Sedemên vê yekê disipêre pergala Başûrê Kurdistanê ya ku di bin kontrola kes û partiyan de dimeşe.
Kinêr Abdullah ji bo derbaskirina vê yekê daxwaz ji jinan kir ku yekgirtî bin û bi yek dengî kar bikin.
Nivîskar Kinêr Abdullah di dawiyê de bang li jinan kir ku xwebirêxistin bikin da ku bibin çavkaniya biryarê.