ji 20`ê çileyê ve, ji aliyê komên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve, dorpêçeke giran li ser Kobanê hatiye destpêkirin û heta niha didome.
Hikûmeta Veguhêz nedihişt ku alîkariyên mirovî û bijîşkî derbasî bajêr bibin.
Dorpêça li ser Kobanê di roja xwe ya 34'an de ye
Ev 34 roj in xelkê Kobanê bê av, elektrîk û mazot in.
Şîrên zarokan, derman û pêdiviyên bijîşkî li nexweşxaneyan, bi taybetî dermanên nexweşiyên giran, bi zehmetî tên peydakirin, ji ber wê jî jiyana bi sedan zarokan dikeve xetereyê.
Alîkariyên Kenal 8 û Xelkên Başûrê Kurdistanê bi hemahengiya di navbera wan û Komeleya Mezopotamiya ya alîkariyan de, îro gihîştin bajarê Kobanê.
Ev alîkarî ji 17 barhilgirên alîkariyê pêk tê.
Rêveberiya Komeleya Mezopotamya Cemîla Hemê diyar kir ku piştî hewldanên mezin ên Komeleyê ev alîkarî derbasî Kobanê bûne.
Alîkarî ji madeyên xwarin û tenduristî pêk tên
Cemîla Hemê got ku ev alîkarî ji aliyê kanal 8 a Başûrê Kurdistanê ve hatiye rêkirin.
Barhilgirên Alîkariyan ji 450 ton madeyên xwarin, tenduristî û nivînan pêk tên.