Werzişvanên Rûsî dê beşdarî Olîmpiyadên Zivistanê yên 2026`an bibin

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump piştgiriyê dide beşdarbûna werzişvanên Rûsî di Lîstikên Olympîk ên zivistanê yên Paralîmpîk ên 2026'an de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Paolo Zampolli, nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump, piştgiriya xwe ji bo beşdarbûna werzişvanên Rûsî di Lîstikên Paralîmpîk ên 2026`an de li Îtalyayê anî ziman.

 

Di derbarê vê mijarê de, Zampolli ji New York Times re gotiye:

 

"Ez bawer dikim ku werziş ji bo her kesî ye."

 

 

Ev piştgirî, di nav nakokiyên werzîşî û siyasî yên berdewam de tê ku li ser beşdarbûna werzişvanên Rûsî û Belarûsî di Paralîmpîka 2026'an de di bin sembol û alên xwe yên neteweyî de ne.

 

Rûsya û Belarûs ji Lîstikên Paralîmpîk ên 2022'an hatinibûn qedexekirin, lê di dengdana endaman a par de, mafên xwe yên tevahî di Komîteya Paralîmpîk a Navneteweyî de bi dest xistibûn.

 

Bajarên Îtalyayê yên Mîlano û Cortina d'Ampezzo ji 6ê adarê heta 15'ê adarê, dê mazûvaniya Lîstikên Paralîmpîk ên 2026'an bikin û tê payîn ku hejmareke mezin ji werzişvanan ji çar aliyên cîhanê beşdar bibin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye