Hefteya borî, Amedsporê peymanek sponsorgeriyê bi Şîrketa Tezgil ya navdar re îmze kir.
Bi vê yekê re Amedspor bû yekem tîma profesyonel, ku li Tirkiyê dirûşmeya bi Kurdî li ser formayên xwe hildigire.
Di lîstika bi Pendiksporê re, Amedsporê cara yekem ku logoya sponsor û hem jî dirûşmeyeke Kurdî, ku li ser formayê hatibû nivîsandin li xwe kir.
Vê yekê, kêfxweşiyek di nava alîgirên Amedsporê û gelê Kurd de, çêkir û Amedspor careke din girêdana xwe bi doza Kurdî re, îsbat kir.