Foruma Sûriyê ya Pêncemîn a bi dirûşmeya “Manîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk Misogeriya Avakirina Sûriyeya Nûjen e” ku li bajarê Hesekê li dar ket, bi eşkerekirina encamnameyekê dawî bû.
Encamname ji aliyê Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Silêman Ereb ve hate xwendin.
"Divê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê dilsozê lihevkirina 10’ê adarê be"
Xalên girîng ji encamnameyê ev in:
- Divê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê dilsozê lihevkirina 10’ê Adarê be.
- Ji bo ku çareseriyeke adil û daîm bê dîtin, divê diyalogeke nîştimanî ya giştî wekî çareseriyeke rasteqîn bê meşandin.
"Divê kongreyeke nîştimanî bi tevlîbûna tevahî pêkhateyên Sûriyê were lidarxistin"
- Divê kongreyke nîştimanî ya komker bi tevlîbûna tevahî pêkhateyên Sûriyê û hevpeymaneke civakî ya nû bê lidarxistin.
- Divê gotarên kîndarî û nefretê di navbera gelê Sûriyê de bê redkirin û ji bo bidawîkirina şer, gotareke pêwîst bê amadekirin.
- Divê beş û pêkhateyên Sûriyê hev du nas bikin, çanda aştiyê û jiyana hevbeş xurtir bikin.
- Sûriyeyî bibin yek, eniyeke demokratîk a tevgerên jinan, tevgerên nîştimanî û demokratîk bên avakirin.
- Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin, xebatê bikin.
- Xwedî li rêgeza nenavendî derkevin ji ber ku vebijarka stratejîk e ku tevlîbûna tevahî sûriyan di çêkirina biryarê de û parastina mafên wan misoger dike.
- Rola jinan di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de gelek girîng e lewma divê hevgirtî bin.
- Bang li dewletên garantor (Fransa, DYA û Brîtanyayê) bikin ji bo ku berpirsyariyên xwe li hember danûstandina giştî, bi cih bînin.
"Projeya demokratîk a li herêmê, ji bo tevahiya sûriyan hêvî ye"
Di dawiya encamnameya forumê de hate destnîşankirin ku projeya demokratîk a li herêmê, ne tenê vebijark e, lê belê ji tevahî sûriyan re hêvî ye û wiha hate gotin: "Paşguhkirina projeyê, tê wateya derengxistina çareseriya rastîn û dirêjkirina temenê aloziyê.
Sûriya nû bi vîna gel, yekîtî û têkoşîna hevbeş, baweriya wan bi aştiyê û demokrasiyê ava dibe."