Jîna Emînî jineke Kurd a 22 salî bû, ji bajarê Seqiza Rojhilata Kurdistanê bû.
Di 13'ê îlona 2022an de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi bihaneya ku xwepêçana wê sererast û serûber nîne hatiye desteserkirin û hatiye êşkencekirin. Jîna di 19ê îlona 2022an de li Nexweşxaneya Kesrayê (Kasra) a Tehranê jiyana xwe ji dest da.
Piştî mirina Jîna Emînî li bajarê wê, bajarê Seqizê jî ku di nav de ye li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Ev xwepêşandan veguherîn serhildanekê di bin dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" de û li cîhanê deng veda.
Ji bo salvegera sêyemîn a serhildana "Jin Jiyan Azadî" û kuştina Jîna Emînî, hin rêxistinên jinan daxuyanî dan.
"Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bû rêyeke şoreşgerî"
Komîteya "Ji Ocalan re Azadî" ya Başûrê Kurdistanê ji bo salvegera serhildanê, daxuyaniyek da û got:
"Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ pênaseya redkirina zordarî û dûrxistina jinan di civaka olî û sîstema dewlet-netewê de ye.
Serdestiya desthilatdariyê di ferzkirina qanûnên zorê de li ser civakê, bi taybetî li ser jinan, ew xwekuştina ku dewlet pê re rûbirû ye."
Komîteyê tekez kir ku dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bûye rêyeke şoreşgerî ku îro cîhan vê salvegerê wekî beşdarbûnek di têkoşîna jinan de li Rojhilata Navîn, cîhanê bi tevahî pîroz dike.
TAJÊ: Serhildanê sînorê Rojhilata Navîn derbas kir
Her wiha, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serok Apo ya Şengalê daxuyaniyek da.
TAJÊ di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku serhildana jin jiyan azadî bûye malê cîhanê.
TAJÊ got ku “Rejîma Îranê nizanîbû ku wê mûyekê porê Jîna Emînî bibe sedema yekîtiyeke mezin û dengekî bilind. Li ser vê dirûşmeyê, şoreşek ava bû.”
Nêrgiz Mihemedî: Em ê afrînera tevgera gel her bi bîr bînin
Li aliyekî din, Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û girtiya siyasî ya ji Rojhilatê Kurdistanê Nêrgiz Mihemedî peyamek parvekir û got: “Dixwazin girtiyan bitirsînin û ji vê tevgerê tolê hilînin.”
Nêrgiz Mihemedî di daxuyaniya xwe de got: “Li wê girtîgehê jinên dîlgirtî hene; ew wateyek mezin didin têkoşîn, berxwedana Jîna. Em ê afrînera tevgera gel her tim bi bîr bînin. Em jin, ji êrîşên peywirdarên Komara Îslamî natirsin.”