Li Stenbolê dayîkên şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

Dayîkên Şemiyê li qada Galatasarayê hatin gel hev û aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn, ku beriya 30 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû binçavkirin û heya niha tu agahî li ser çarenivîsa wî nayê bihîstin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Dayîkên Şemiyê her hefte li qada Galatasarayê ya Stenbolê tên ba hev, ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin, daxwaza lêpirsînê û naskirina aqûbeta wan dikin.

Vê hefteyê jî, Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya 1073 li dar xistin, tê de aqûbeta Fehmî Tosun hate pirsîn, ê ku ji beriya 30 salî hatiye binçavkirin û agahî jê nehatiye wergirtin.

Gelek parêzvanên mafan jî beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windahiyan û qurnefîl hildan.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye