Eşhed Salîbî: Peymanên di navbera Rûsya û Şamê de dê ji nû ve werin formule kirin

Cîgirê Rêveberê Beşa Rûsya û Ewropaya Rojhilat li Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyê Eşhed Salîbî diyar kir ku serdana Ehmed El Şera bo Rûsyayê ji bo tekez kirina pêwîstiya vegerandina hevrêzî û hevkariyê bi hemû welatan re bû. Her wiha diyar kir ku Şera di hevdîtina xwe de ya bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Pûtîn re daxwaza radestkirina Beşar Esed kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Serokê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê  Ehmed El-Şara 15'ê Cotmeha 2025'an ji bo serdaneke fermî gihîşt paytexta Rûsyayê Moskovayê û bi serokê Rûsiya Vladîmîr Pûtîn re civiya. 

Di serdanê de têkiliyên dualî yên di navbera Sûriye û Rûsyayê de, geşedanên herêmî û navneteweyî yên bi berjewendiya hevbeş û nîqaşên li ser mijarên siyasî, aborî û ji nû ve avakirinê hatin nîqaşkirin.

 

Salîbî: Şera ji Rûsyayê daxwaza radestkirina Beşar Esad kiriye

 

Têkildarî vê hevdîtinê Cîgirê Rêveberê Beşa Rûsya û Ewropaya Rojhilat li Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyê  Eşhed Salîbî, diyar kir ku Şera di hevdîtina xwe  ya bi hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Pûtîn re daxwaza radestkirina Beşar Esed kiriye. 

Eşhed Salîbî anî ziman  ku aliyê Rûsî têgihîştineke zelal a girîngiya bidestxistina edaleta veguhêz li Sûriyê nîşan daye.

Her wiha got ku serdana Ehmed El Şera bo Rûsyayê ji bo tekezkirina pêwîstiya vegerandina hevrêzî û hevkariyê bi hemû welatan re bû.

Di heman demê de Salîbî diyar kir ku Sûriyê ji bo xurtkirina têkiliyên xwe bi welatên derve û civakên navnetewî re, amede ye ku siyaseta xwe ya derve li gorî berjiwandiyên xwe yên navnetwî ji nû ve formule bike. 

Di berdewamiya axaftina xwe de Eşhed wiha got:

" Da ku berjewendiyên gelê Sûriyê yên çêtirîn misoger bibe, hemû peymanên di navbera Şam û Moskovayê de wê ji nû ve werin formulekirin." 

Eşhed Salîbî eşkere kir ku nîqaşên di navbera her du aliyan de, ji bilî piştgiriya helwesta Sûriyê di forumên navneteweyî de, avakirina mekanîzmayên nû yên qanûnî ji bo hevkariya li ser kesên lê digerin û dozên li bendê ne, dihewîne.

Salîbî  tekezî li ser berdewamiya hevahengiyê bi Moskovayê re di Konseya Ewlekariyê û Neteweyên Yekbûyî de jî kir da ku hebûna Sûriyê xurt bike û piştgirîya berjewendiyên wê yên stratejîk bike.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye