Ji Yemenê êrîşî ser Îsraîlê hat kirin

Tevgera Ensarullah a Yemenê ku bi navê Hûsî tê naskirin, destnîşan kir ku hêzên wan bi mûşekeke balîstîk balafirgeheke Îsraîlê hedef girtiye. Berdevkê wê tevgerê anî ziman ku operasyona wan armanca xwe bi serkeftî pêk aniye û ji ber operasyonê, çûn û hatin li balafirgehê rawestiyaye. Ji aliyê xwe ve jî Artêşa Îsraîlê dibêje, hêzên wan ew mûşek li asmanan teqandine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji 7`ê cotmeha 2023`an û heya tebaxa 2025`an, agirê şerê Xezeyê nehatiye vemirandin û çirûskên vî agirî gelek sînor derbas kirine, Yemen jî yek ji wan welatan e ku ketiye bin bandora vî şerî de.

Tevgera Ensarullah a Yemenê ku bi navê Hûsî tê naskirin, ku hin deverên Yemenê kontrol dike, dibêje ku ew ji bo piştgiriya Filistîniyên li Xezeyê êrîşî Îsraîlê dike. 

Koma Hûsiyan, duh ragihand ku wan bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk êrîşî balafirgeheke Îsraîlê kiriye.

Di derbarê vê mûşekê de, berdevkê Tevgera Hûsî, Yahya Serî got: "Hêzên me bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk a celebê 'Filistîn 2' operasyoneke taybet li dijî Balafirgeha Lod a li herêma Yaffayê pêk anî."

 

Hûsî piştgiriya xwe ji Xezeyê re nîşan didin

 

Li gorî rojnameya Eşarq El-Ewsat, berdevkê Tevgera Hûsî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon serkeftinek bû li dijî mexdûriyeta gelê Filistînî û mucahîdên wan û di heman demê de, bersivek bû li hember tawanên qirkirinê yên li ku Xezeyê hatine kirin.

Serî got:"heta ku êrîş û dorpêça li ser Xezeyê neyên rawestandin, dê ew jî operasyonên xwe bidomînin."

Sari da xuya kirin:" Operasyonê bi serkeftî armanca xwe pêk anî û trafîka balafirgehê rawestiya."

 

Artêşa Îsraîlê mûşeka ku ji Yemen hatibû avêtin têk bir

 

Her wiha artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku mûşeka ji Yemenê hatibû avêtin, ji aliyê hêzên wan ve hatiye têkbirin.

Ajansa nûçeyan a Fransî AFP jî ragihand ku piştî ragihandina artêşê ya avêtina mûşekan û aktîvkirina pergalên parastina hewayî, piştî demek kurt li Orşelîmê teqîn çêbûn.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24