Çavkaniyên ewlehiyê yên Pakistanî ji Reutersê re ragihandin ku hejmarek ji çekdarên Talîbanê yên Efxanî hatine kuştin.
Heman çavkaniyê zêde kirin ku şer carcaran di navbera Talîban û hêzên ewlehiya Pakistanê de berdewam dikin.
Talîbana Efxanî hîn li ser tawanbariyên Pakistanî ti şîroveyek nedaye.
Duh Hêza Hewayî ya Pakistanî 10 cih li Efxanistanê bombebaran kirin.
Her wiha Îslamabad idîa dike ku ev cihê ku armackirî, ji bo avêtin û hilanîna dronan dihatin bikaranîn.
Pakistanê da zanîn ku wan roja duşemê li herêma sînorî ya bi Efxanistanê re êrîşên asmanî pêk anîne.
Di encama êrîşê de 28 çekdar hatine kuştin.
Di heman demê de rayedarên Talîbanê yên Efxanî, Pakistan bi kuştina sê sivîlan di êrîşên şevê de tawanbar kirin.