Duh, li bajarê Nyala yê Herêma Darfûr ku di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye, bi dronekê êrîşî Klînîka Yaşfîn hat kirin û herî kêm 12 kes hatin kuştin.
Grûpa Parêzerên Awarte îdia kirin ku ev êrîş ji aliyê artêşa Sûdanê ve pêk hat.
Li aliyekî din jî, çavkaniyek bijîşkî, diyar kir ku roja yekşemê Hêzên Piştgiriya Lezgîn, bajarê El Faşer bombebaran kir, herî kêm heft kes hatin kuştin û 71 kesên din jî birîndar bûn.
Çavkaniya Bijîşkî eşkere kir ku li gorî raporan, ew texmîn dikin hejmara qurbaniyan zêde bibe