Ji ber lehiyên li Hindistanê 25 kesan jiyana xwe ji dest da

Di dawiya tîrmeha 2026’an de, li Hindistanê ji ber barana zêde hilweşîna erdê û lehî rûdidin û heta niha jî berdewam dikin. Rayedarên Hindistanî diyar kirin ku hejmara kesên ku di encamê lehiyê de jiyana xwe ji dest dane, gihîştiye 25 kesan. Dîsa li Nebalê jî ji ber barana zêde lehî rabû 27 kes jiyana xwe ji dest dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demek e li Hindistanê hilweşîna erdê û lehî ji ber barana zêde çêdibin.

Rayedarên Hindistanî gotin ku ji ber barana giran a ku di dawiya hefteyê de li bakur û bakur-rojhilatê Hindistanê bariya, herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tê payîn ku di rojên pêş de baran zêdetir bibe.

Her wiha rayedarekî payebilind ê polîsên Hindistanê destnîşan kir ku herî kêm 15 kes di bûyerên cuda yên têkildarî baranê de li navçeyên Poonch, Rajouri û Doda yên Keşmîrê mirine û çend kesên din jî winda bûne.

Hat ragihandin ku ji ber barana giran, li 7 navçeyên eyaletê zêdetirî 57,000 kes bandor bûne.

Ji aliyekî din ve jî, Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê di postekê de li ser malpera xwe got:

"Bandorên barana salane gengaz e ku di şeş-heft rojên pêş de li bakur-rojava, rojhilat û bakur-rojhilatê Hindistanê berdewam bikin."

Li Nepalê ji ber lehiyê 27 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Komara Demokratîk a Nepala cîran ku welatekî li Hîmalaya ye, ji ber lehiyê 27 kes lê mirine û yek jî winda ye.

Desteya Kêmkirina Rîska Karesatên Neteweyî ragihand ku ji destpêka baranên salane ve di nîvê meha hezîranê de, ji ber lehiyan, hilweşîna erdê, baranên dijwar û birûskan 69 kes birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye