DYA vîzeyên nûnerên Filîstînî asteng dike

Ji ber astengiya vîzeyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo nûnerên Filîstînî, dibe ku Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî li Cenevreyê pêk bê. Dîrektora Democracy for the Arab World Now (DAWN) Sarah Leah Whitson jî, da zanîn ku cîhan ji hovîtiya rojane ya Îsraîlê bêzar bûye. Ji ber vê yekê ew hêvî dikin ku Civata Giştî derbasî Cenevreyê bê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di sala 1988’an de ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) vîze neda lîderê Rêxistina Rizgariya Filîstînê (RRF) Yaser Arafat, nikarîbû tevlî civîna NY’yê bibe.

Civata Giştî yekemcar cih guhert û rûniştinên xwe li Cenevreyê pêk anî.

Îro jî piştî 37 salan nîqaşeke bi heman rengî careke din di rojevê de ye.

Ji ber ku rêveberiya DYA’yê astengiya vîzeyê danîn pêşiya nûnerên Filîstînî, bang tê kirin ku rûniştinên îsal ên Civata Giştî li Cenevreyê bêne lidarxistin.

 

"DYA dixwaze projeya dewleta filîstînê asteng bike"

 

Dîrektora Democracy for the Arab World Now (DAWN) Sarah Leah Whitson ji portala nûçeyan a IPS re diyar kir ku DYA ji bo nîqaşên qirkirinê yên li Xezeyê û nêrînên li ser dewleta Filîstînê asteng bike vîzeyên rayedarên Filîstînî betal dike. 

Sarah Leah Whitson da zanîn ku cîhan ji hovîtiya rojane ya Îsraîlê bêzar bûye. Ji ber vê yekê ew hêvî dikin ku Civata Giştî derbasî Cenevreyê bê kirin.

Dîrektorê Democracy Without Borders Andreas Bummel jî got: "Peymana malovaniyê diyar e. Welatê malovan nikare biryarê bide bê kî tevlî civînên NY bibe û kî tevlî nebe."

 

"RRF û RF heta ku terorîzmê red nekin vîzeyên wan li DYA’yê derbasdar nabe"

 

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku vîzeyên nûnerên RRF û Rêveberiya Fîlîstînê (RF) hatiye betalkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku RRF û RF heta ku terorîzmê red nekin, heta ku dawî li sorkirina tundiyê neynin, nikarin bibin hevparê aştiyê û heta van şert û mercan pêk neynin, wê vîzeyên wan li DYA’yê derbasdar nebe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24