Nêzî salekê di ser hilbijartinên parlementoyê yên Herêma Başûrê Kurdistanê re derbas dibe. Lê hîn jî hikûmeta nû nehatiye avakirin.
Sedema vê yekê jî, nirînên cuda yên di navbera partiyan û aliyên siyasî de ne.
Çavdêrên Siyasî yên Silêmaniyê da xuyakirin ku divê avakirina hikûmetê li ser bingeha li hev kirin û bewarî be û gotin:
" Her ku avakirina Hikûmetê dereng bimîne wê zererê bide Kurdan."
“Lihevkirinek di navbera her du partiyên sereke de hîn jî gengaz e”
Şîrovekara siyasî Mihabad Heme Emîn dest nîşan kir ku ji bo avakirina hikûmetekê, divê civînên parlamentoyê ji nû ve bên lidarxistin.
Her wiha Mihabad da zanîn ku kar tê kirin ku parlamento di meha Îlonê de, dest bi civînên xwe bike. Piştre civînên fermî yên parlamentoyê dê dest pê bikin û piştre avakirina hikûmetê.
Di demekê de, ku çavdêr ji bandorên derengketinê li ser rewşa navxweyî û têkiliyên derve yên herêmê hişyar dikin, analîst bawer dikin ku lihevkirinek di navbera her du partiyên sereke de hîn jî gengaz e.
“Rola Parlementoya Başûrê Kurdistanê nemaye”
Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberê Rêxistina Medyayê Nejat Rostî ji bo perwerdekirina rojnamevanan got:
“ Rûniştinên parlamentoyê di navbera 1 û 15ê Îlonê de dest pê kiribûn, lê bi raya min, ew ê ji ber sekinandina danûstandinan werin paşxistin.”
Nejat Rostî dest nîşan kir ku her çend parlamento bêyî çareserkirina helwestan bicive jî, ti rolek wê tune ye, ji ber ku erkê parlamentoyê derxistina qanûnan û şopandina performansa hikûmetê ye.
Rostî da xuyakirin ku derengketina avakirina hikûmetê zirarê dide hemû Kurdan, herêm di nav veguherînên bilez de ye û Herêma Başûrê Kurdistanê nikare ji wan dûr bimîne.
Nejat Rostî da zanîn ku ev derengketin bû sedema astengkirina dayîna mûçeyên karmend û mamosteyan ji aliyê Hikûmeta Federal a li Bexdayê ve.