Lezgin

DEM Partî bi wezîrê dadê re civiya

reset font size increase font size

Hevdîtina Serokwekîlên koma DEM Partiyê û Wezîrê Dadê ye Tirkiyê bi dawî bû. Di hevdîtinê de rewşên girtîgehên li Tirkiyê û rêyên çareseriyê hat dest girtin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê û çareserkirina pirsgirêkan hevdîtinan bi pêk tîne. Yek ji mijarên sereke jî mijaraa girtîgehên li Tirkiyê ye. Li ser mijara girtîgehan û rewşa girtiyan Serokwekîlên DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi Wezîrê Dadê ya Tirkiyê Yilmaz Tunç re li hev civiyan. Di hevdîtinê de hevberdevkê Komîsyona Hiquq û Mafê Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî cih girt.

Pirsgirêk hatin niqaş kirin

Piştî hevdîtinê daxuyani ji aliyê Sezaî Temellî ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wan li ser pirsgirêkên li girtîgehan tên jiyin nîqaş kirine û ji bo çareseriya wan bi hev şewirîne. Temellî bal kişand li ser girîngiya hevdîtinê û got: “Em hêvî dikin ku wezaret xebatên pêwîst bike û ji pirsgirêkên ji ber pêkanînê derdikevin re çareserî peyda bike. Çarçoveya hevdîtina me ev bû. Me destnîşan kir ku pêwîstiya çareseriyê lezgîn e. Ew bi xwe jî got ku di vê mijarê de dixebitin. Ev pirsgirêk ji wan re jî tê ragihandin. Me jî xwest ku ev mijar bêyî ku were derengxistin bibe rojev. Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin. Yê sereke girtiyên nexweş in, lê ji ber pêk bê me pêkanînên hemû girtiyan digre nava xwe anî li ser ziman.”

Piştî hevdîtinê ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ti daxuyanî nehat dayîn.

Demhat Îsmaîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24