Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê, welatiyên herêmê tenê dikarîbûn di malên xwe de bi zimanê xwe biaxivin.
Bi Şoreşa Rojava re, Şoreşa zimên jî pêk hat.
Bi fermî zimanê Kurdî di Zanîngeh, Dibistan û Peymangehên Rojavayê Kurdistanê de tê xwendin.
Xwendina bi zimanê dayikê ji bo Kurdan xewna bi salan bû.
Ev xewn pêk hatiye, niha li bendê ye ku bi fermî cihê xwe di nava Sûriyê de bigire.
Îro ezmûnên refa 9'an yên minhacê Rêveberiya Xweser dest pê kirin.
Ev ezmûn li 6 navendên bajarên Qamişlo û Hesekê pêk tên.
Hejmara xwendekaran jî hezar û 700 xwendekar in.
Xwendekarên refa 9'an yên ku bi Zimanê Kurdî ezmûnên serbest pêşkêş dikin, diyar kirin ku divê Zimanê Kurdî di nava destûra bingehîn a Sûriyê de cih bigire û gotin:
"Banga me ji her kesî re ew e, ku bi zimanê xwe yê Kurdî bixwîne."
Her wiha malbatên xwendekaran jî gotin ku divê zimanê Kurdî mafê xwe yê rewa di Sûriyê de bigire û wiha lê zêde kirin:
"Me nikarîbû bi zimanê xwe xwendiba, hêviya me ew e ku xwendina bi Zimanê Kurdî berfirehtir bibe û cihê xwe bigire."
Di madeya 3'an a biryarnameyê de hate gotin ku zimanê Kurdî zimanekî niştîmanî ye û dikare di dibistanên Hikûmetê de jî were xwendin, bi taybetî li herêmên ku piraniya niştecihên wan Kurd in.
Ji bo qebûlkirina zimanê Kurdî di destûra bingehîn a Sûriyê de xebat tên kirin.
Lê heta niha ji aliyê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve zimanê Kurdî wekî zimanekî resen ê Sûriyê nehatiye qebûl kirin.
Xwendekar û malbatên wan bi hêvî ne ku zimanê Kurdî di Sûriyê de wekî zimanekî fermî bê xwendin û bawernameyên wan werin qebûlkirin.