"Divê dewlet gavên hatine destnîşankirin bi cih bîne"

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu gavên dawî yên PKK`ê nirxand û diyar kir ku bi van gavan ew dewletê teşwîqî gavavêtinê dikin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasu destnîşan kir ku wan gelek gavên yekalî avîtine û hewl didin ku bi vê re ji bo dewlet û desthilata AKP`ê û MHP`ê gavan bavêjin û zemîna wê ava bikin.

Karasu diyar kir ku hem Devlet Bahçelî hem jî dewletê biryarên wan baş dîtine. Lê nerast e ku hin biryarên me bên dîtin û hin jî neyên dîtin û wiha got:

"Ji meha Gulanê ve xwesteka me ya ku Rêberê Gelê Kurd destwerdanê bike û pêvajoyê bi rê ve bibe nehatiye pêkanîn."

 

"Sozên ku hatine danîn nehatine bicihanîn"

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyakirin ku Devlet Bahçelî bang kir û Rêber Abdullah Ocalan bersiv da, lê li hember vê yekê sozên ku hatine danîn pêk nehatine.

Mustafa Karasu wiha domand: "Divê Rêbertî hevdîtinê bi hin siyasetmedarên xwedî nêrînên cuda re bike; divê nêzîkatiya li hember Rêberberê Gelê Kurd bê guhertin."

 

Karasu: Divê ji gotinê wêdetir gav bên avêtin

 

Karasu diyar kir ku divê gavên wan destnîşan kirine werin avêtin lê li hember nêzîkatiyên dewletê bêbaweriyek heye û wiha got:

" Divê ji bo çareseriyê dewlet ji gotinê wêdetir gavan bavêje ."

 

"Wê pirsgirêk bi entegrasyona demokratîk werin çareserkirin"

 

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn ku wê pirsgirêkên heyî bi entegrasyona demokratîk werin çareserkirin; pêdivî bi zemînek ji bo siyaseta demokratîk heye.

Mustefa Karasu eşkere kir ku ger li Tirkiyeyê gavên demokratîbûn û hin gavên demokrasiyê neyên avêtin pirsgirêk çareser nabin.

Karasu anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd di sala 2012`an de gotibû bila li meclîsê komîsyoneke were avakirin û niha komîsyona hatiye avakirin jî projeye Rêberê gelê Kurd e.

Karasu bal kişand li ser axaftinên serokên meclîsê yên bêrê ku dibêjin meclîs nûnertiya Tirkiyeyê dike û got heke wisa be pewîste ji bo çareseriye meclîs rista xwe bilîze.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê got ku divê komîsyon wekî navê xwe bibe "Komîsyona aşîtî,  xwişk-biratî û demograsiyê."

Her wiha Mustefa Karasu ji bo serkeftina pêvajoyê ji milet û dostên pêvajoyê têkoşîneke rêxistinkirî xwest.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye