Xeta zer û plana Îsraîlê ji bo bicihbûna daîmî ya artêşê

Xeta zer herêma ku artêşa Îsraîlê vekişiyaye nîşan dide û bi qasî %50'î Xezeyê digre nav xwe. Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî, ferman daye artêşa xwe ku sînorê di nav dilê Xezeyê de bi danîna nîşanker, bend û cihên taybet yên di bin kontrola Îsraîlê de, destnîşan bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê qonaxa yekem a vekişîna xwe ya rêxistinkirî ji Xezeyê pêk tîne, gavek ku destpêka pêkanîna peymana agirbestê ya Şarm el-Şêx û dan û standinên ji bo berdana dîlgirtiyan nîşan dide.

Wekî beşek ji plana aştiyê ku ji hêla Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatî ragihandin, 3 firqeyên leşkerî yên Îsraîlê ku li navend û kampên bakurê Xezeyê şer dikirin, dest bi amadekariyên vekişînê kirin û li cihê ku wekî Xeta Zer tê zanîn hatin bicihkirin.

 

Xeta zer nevekişîneke ji tevahî Xezeyê ye

 

Xeta Zer, ji bakur ber bi başûr ve dirêjahiya Şerîda Xezeyê berdewam dike û wekî xeta ji nû ve bicihkirina hêzan tê destnîşankirin. Ev yek jî tê wateya ku ev ne vekişînek tevahî ji Şerîdê ye.

Rêya vekişînê ya destpêkê deverên Beyt Hanûn, Beyt Lahia, Bajarê Xezeyê ji bilî taxa Şuca'iye û hin beşên taxên Tuffah û Zeytûn, el-Bureij, Deir el-Belah, Xan Yûnis û Xuza'a vedihewîne.

 

Artêşa Îsraîlê li hin bajarokên Xezeyê bicihbûna xwe didomîne

 

Her wiha artêş ji navend û hin beşên rojhilatê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê vekişiya, lê di heman demê de li bajarokên Beyt Hanûn û Beyt Lahia (bakur), Refah (başûr) û li perava Xezeyê bicihbûna xwe domand.

Ev tê vê wateyê ku artêşa Îsraîlê wê ji navendên sereke yên nifûsê ber bi vê xetê vekişe, di heman demê de kontrola aliyê rojhilat, ango sînorê bi Îsraîlê re biparêze.

 

Katz: Me ferman daye artêşê ku sînorê destnîşan bike

 

Roja Înê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz diyar kir ku Xeta Zer ji sedî 50'î zêdetir Xezeyê digire nav xwe.

Her wiha Katz ferman daye artêşa xwe ku sînorê di nav dilê Xezeyê de bi danîna nîşanker, bend û cihên taybetî yên ku herêma di bin kontrola Îsraîlê de ku hebûna Filistîniyan qedexe ye, destnîşan bike.

Di heman demê de, Hemasê roja Yekşemê îdia kir ku artêşa Îsraîlê binpêkirinan di derbarê çalakiyên hêzên xwe de dike ku ji sînorên wekî Xeta Zer tê zanîn derbas dibin.

 

Hemas: Artêş li ser xeta zer kontrola agir ferz dike

 

Hemasê got ku artêş li ser rêzeyek erdê li ser xeta vekişîna demkî ya bi navê Xeta Zer, bi dûrahiyên ji 600 heta 1500 metreyan li başûr, rojhilat û bakurê Xezeyê, kontrola agir ferz dike û nahêle welatî vegerin malên xwe.

Tevî ku artêşê 3 roj berê ragihand ku dest bi nîşankirina Xeta Zer kiriye, rewşa li ser erdê û qurbaniyên berdewam yên  ji ber derbasbûna wê pêk tên berevajî vê yekê nîşan didin.

 

Xeta zer ji bo tevgera sivîlan di nav Xezeyê de xeteriyeke

 

Filistîniyan di hevpeyvînên cuda de, gotin ku tevgera di nav çend deverên Xezeyê de ji ber nebûna nîşanên hişyariyê û nîşankirina nezelal a Xeta Zer, xeter e.

Her wiha Filistîniyan rave kirin ku rêyên li deverên cûda ji ber wêraniya berfireh, bi gelek kolanan re digihîjin hev, ev tê wê wateyê ku tewra xeletiyek biçûk ya di destnîşankirina rê de an jî ji rêyek din dûrketin dikare jiyana wan bixe xeteriyê.

Li gorî texmînên meydanî, artêşa Îsraîlê piştî ji nû ve bicihbûna li ser vê xetê wê bi qasî %53'ê axa Şerîda Xezeyê bi demkî biparêze û di  pêkanîna bendên radestkirina cenazeyan de, wê deqonaxên mayî paşê werin temamkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye