Rayedarên tenduristiyê li Xezeyê dan zanîn ku di gulebarana Îsraîlê de 6 Filistînî, hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî got ku çekdarekî Hemasê, nêzîkî Xeta Kesk bûye û wan jî ew kuştiye.
"Li Xezeyê 6 Filistînî ji ber gulebarana Îsraîlê hatine kuştin"
Îsraîl rojhilat û başûrê Xezeyê topbaran dike û li şervanên Hemasê yên di tunelên Refehê de, digere.
Ji bo bidawîkirina krîza çekdarên Hemasê yên ku di tunelên Refehê de asê mane, dan û standin û têkiliyên bi navbeynkariya Qatar, Misir, Tirkiye û Amerîkiyan berdewam dikin.
Îsraîl dixwaze bi rengekî lezgîn Hemas bê çek bibe û termên dîlgirtîyan teslîm bigire. Amerîka hewl dide rojek berîya rojekê hêza navneteweyî li herêmê dest bi kar bike.
Hewldanên dîplomatîk têra pêkanîna aramîya li Xezeya wêran, nakin. Îsraîl careke din sivîlên filistinî bomberan kir û bû sebeba kuştina 27 kesan.
Îsraîl û Filistîn pêşnîyaza Amerîkayê ya ji bo aştîya Xezeyê nîqaş dikin. Her wiha Îsraîl dixwaze di planê de qala dewleta Filistînê neyê kirin. Alîyê Filistînê jî xetereyên li hember pêşniyazbiry...
Îsraîlê, di çarçoveya peymana agirbestê de, 15 cenazeyên Filistîniyan bi rêya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor radestî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê kir.