"Li Xezeyê 6 Filistînî ji ber gulebarana Îsraîlê hatine kuştin"

Rayedarên tenduristiyê li Xezeyê dan zanîn ku di gulebarana Îsraîlê de 6 Filistînî, hatine kuştin. Artêşa Îsraîlê jî got ku çekdarekî Hemasê, nêzîkî Xeta Kesk bûye û wan jî ew kuştiye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rayedarên tenduristiyê li Xezeyê gotin ku di bûyerên cuda de li seranserî Xezayê ji ber gulebarana Îsraîlê, herî kêm 6 Filistînî, di nav de 2 zarok, hatine kuştin.

Wezareta Karên Hundir a ku ji aliyê Hemasê ve tê rêvebirin got ku 4 kes, di nav de zarokek, di êrîşeke hewayî ya li dijî wesayîta polîsan li bajarê Xezeyê de hatine kuştin.

Wezaretê zêde kir ku yek ji miriyan efserê polîs bû û neh kesên ku li wir bûn birîndar bûn.

Rayedarên tenduristiyê gotin ku ev kes li nêzîkî Cebeliya li bakurê Xezeyê bi guleyên Îsraîlê hatine kuştin.

Her wiha li bakurê Xezeyê, Artêşa Îsraîlê got ku wan çekdarekî Hemasê li nêzîkî Xeta Kesk kuştiye.

Rayedarên tenduristiyê mirina kesekî li herêmê piştrast kir, bêyî ku hûrguliyên din bidin.

Rayedarên Hemasê li Xezeyê ji Reutersê re gotin ku Îsraîlê ji cotmehê ve êrîşên xwe yên li ser polîs û hêzên ewlehiyê yên bi serokatiya Hemasê zêde kiriye.

Her wiha Rayedarên Hamasê dan zanîn ku bi dehan kesên wan hatine kuştin.

Îsraîl jî dibêje armanca wê ew e ku êrîşên Hemas û komên din ên çekdar asteng bike.

Ji dema ku peymana agirbestê ketiye meriyetê de, zêdetirî 750 Filistînî hatine kuştin.

Di heman demê de çekdaran 4 leşkerên Îsraîlî kuştine.

Her du alî jî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye